Pêdiviyên cejinê li ser 3000 malbatên kêmderametan dabeş kir
Roja 23/10/2012 li dirêjahiya kar û çalakiyên xêrxwaziya berdewamda û ji bo nêzîkbûna cejna qurbana pîroz, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi dabeşkirina pêdiviyên xorakên rojane li ser 3000 malbatên hejar û kêmderamet dabeş kir. Ji wan jî 500 malbat li Kerkûk û 500 malbat Germiyan û 500 malbat Silêmanî û 500 malbat Dihok û 500 malbat Mûsil û 500 malbat Hewlêr û navçeyên dewruberên wan da belavkir.
Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eşkere kir, ji bo hatina cejna qurbana pîroz berdewam dibîn li ser dabeşkirina pêdiviyên jiyana hejaranda bi hemû cûreyek ve li ser malbatên hejar û kêmderametên li seranserê Kurdistanê da û ji bo vê carê jî berî hatina cejna qurbana pîroz, bi dabeşkirina çendîn cûre li xoraka rojaneya welatiyan, bi navê kêmkirina wê giraniyê ku li ser şanê wane û dabînkirina xoraka pêwîstiya rojaneya wan. Li vî derbarî de ew cîh û navçeyên ku vê helmeta xêrxwaziyê li xwe digrê, Musa Ehmed balkişand li ser wê yekê ku ev helmet giştgîre û hemû bajar û bajarokên Kurdistanê bi bê cûdahî li xwe digrê bi navçeyên veqetandî ve û dixwazîn zêdetirîn malbat ji van pêdiviyan sûdmend bibin.