Polîtîk
Pêdivî bi rewşa awarte nîne

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulend Arinc beşdarî bernameya NTV bû û di bernameya zindî de got ku pêdivî bi rewşa awarte nîne ku bête îlankirin.
Bi taybetî di van demên dawîn de ku çekdarên PKKê çalakiyên leşkerî zêdetir kirine û li hin deveran leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, bi taybetî jî partiya nijadperestên Tirkiyê MHP daxwaz kiriye ku rewşa awarte dîsa li Bakûrê Kurdistanê were îlankirin.
Lê belê Cîgirê Serokwezîr Bulend Arinc bertek nîşandaye û gotiye ku pêdivî bi vê yekê tune.
Rojeva Kurd/Enqere