Polîtîk

PDKê bernameya xwe ji bo hikûmeta nû daye Adil Ebdulmehdî

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranê ragihand ku PDK bernameya xwe ji bo avakirina hikûmeta bê ya Iraqê daye wî kesî yê ku niha mijûlî avakirina hikûmetê ye, ku tê de daxwaz hatiye kirin ku hevsengî û şirîkatî û tifaq li Iraqê hebe.Fazil Mîranî piştî civîna PDKê ligel Hevpeymaniya Avedanî û Çaksaziyê ya Iraqê, ji rojnamevanan re axivî û wiha got: “Ew şand hatibû Kurdistanê ji bo ku di serî ligel Serok Barzanî bicivin û piştre behsa rewşa Iraqê bikin. Herwiha ji bo ku pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bi giştî û PDK bi taybetî bihêz bikin.”Mîranî wiha got: “Herwiha ew şand hatiye ji bo ku bernameyeke hevbeş hebe bo hikûmeta nû ya Iraqê û alîkariya Adil Ebdulmehdî bê kirin. Herwiha daxwaz kirin ku PDK bihêz di hikûmetê de beşdar bibe, ji bo ku aramî vegere Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dîsa bihêz bibin û ew rêveberiya şaş dîsa venegere.”Fazil Mîranî wiha domand: “Me jî ji şanda mêvan re got ku ew yek karekî baş e û me bernameya xwe da Adil Ebdulmehdî û me tê de gotiye çawa rêveberiya Iraqê tê kirin û nabe bi piraniya dengan her tişt bê kirin û her erkek li ser milê me hebe em jê re amade ne, lê pêwîst e mafên me jî bên dan û li Iraqê tifaq û hevsengî û şirîkatî hebe.”

Back to top button