Polîtîk

PDK, YNK û Mêhwera Wetenî mercên hukumeta Iraqê kifş kirin

PDK, YNK û Mêhwera Wetenî mercên xwe bo beşdariya di hikûmetê de aşkere kirin

Piştî civîneke hevbeş a şandên PDK û YNKê li gel Mêhwera Wetenî ku hevpeymaniyeke hêzên siyasî yên Sunniyên Iraqê ye, her sê aliyan ragihandin, ku wan li hev kiriye bi wan aliyan re hevpeymaniyê bikin, ku bernameya siyasî ya wan zelal be.Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştmanya Kurdistanê û Mêhwera Wetenî doh li Hewlêrê bi hev re civiyan û mijara pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin. Her sê aliyan piştî civînê daxuyanyeke hevbeş derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqî de belav kirin.PDK, YNK û Mêhwera Wetenî di daxuyaniya xwe de tekez dikin, ku deriyên wan verkî ne ji bo danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû û hevahengiya wan 3 aliyan dê berdewam be.Her sê aliyan herwiha rgihandine, ku ew gihîştine nerîneke hevbeş ji bo pêkanîna mezintirîn fraksyona nav parlamentoya Iraqê û daxwazê dikin, ku her rêkevtinek hebe, garantiya nivîskî pê re be û hikûmeta nû ya Iraqê dûrî tayifegerî û kîna netewî be.Di daxuyaniya hevbeş a PDK, YNK û Mêhwera Wetenî de tê gotin: “Em li ser bernameyeke siyasî û hikûmî ya zelal bo qonaxa pêşerojê rêkevtine. Divê hikûmeta dahatî lis er bingeha rêkevtina siyasî were pêkanîn û pabendî soz û rêkevtinan b eû şaşiyên berê derbas bike û garantiya nivîskî û mekanîzma diyarkirî hebe, ku nabe ezmûna berê di binpêkirina destûrê de bihê dubarekirin û pabendî sozên xwe nebe.”Herwiha hevpeymaniya Mêhwera Wetenî red kir, ku heta niha beşdarî di ti hevpeymanî yan fraksyoneke siyasî de kiribe.

Back to top button