Polîtîk

PDK û YNK li ser hilbijartina parêzgarê Kurd ê Kerkûkê li hev kir

Hat ragihandin ku endamên Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê civiyan.

 Di daxuyaniya hevpar a piştî civînê de hat diyarkirin ku rewşa siyasî û aborî ya herêmê, pirsgirêkên bi giştî yên hikûmeta federal, bûdçe, mûçeyên karmendan û hilbijartinên encumenên parêzgehan hatin nirxandin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Her du alî di vê qonaxê de li ser destnîşankirina parêzgarekî Kurd ku xizmeta hemû pêkhate, navçe û bajarokan bike ji bo berjewendiyên welatiyên parêzgeha Kerkûkê, li hev kir”.  

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Her du alî hevfikir bûn ku paraztina statu û destkeftên Herêma Kurdistanê erkê hemû aliyên Kurdistanî bi taybet ê YNK û PDKê ye.Biryar hat dayîn ku her du alî bi hev re ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta federal re kar bikin”.

Back to top button