PolîtîkRojev

PDK û YNK li hevkirin

Civîna hevbeş a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK).

Polîtboruyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li bajarê Dabaşanê civînek li dar xistin. Piştî guftûgokirina rewşa navçeyê bi giştî û Iraq û Kurdistanê bi taybetî, her du aliyan tekezî li ser parastina pêkhateya Herêma Kurdistanê û mafên destûrî yên wê kir û dê hemû şiyanên xwe ji bo rûbirûbûna kêşeyên ji bo debara jiyana welatiyan bikar bînin.


Ji bo zêdetir xurtkirina hewldana herdu aliyan li ser van xalan li hev kirine:

  1. Her du alî piştevaniya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di wê demê de dikin ku Serokê Herêma Kurdistanê piştî şêwirîna li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê diyar kiriye.
  2. Ji bo zêdetir xizmetkirina gelê Kurd di hemû waran de, kêşe û nakokiyên biçûk bidin aliyekî û bi hev re serî li çareseriya pirsgirêkan bidin.
  3. Me biryar da ku proseya birêxistinkirina hêzên Pêşmerge berdewam bikin.
  4. Herdu alîyan biryar dan ku piştgirîya rêkeftinên kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.
  5. Ji bo nêzîkbûna hev û derbaskirina astengan, me biryar da ku bi ruhekî Kurdistanî û niştimanperwerî hevdîtin û hemahengiya xwe ya dualî ligel hemû aliyan berdewam bikin.
Back to top button