FlaşPolîtîk

PDK û YNK: Gavên erênî û pêşketinên baş hene

Şandên PDK û YNKê li Pîrmamê civiyan û dawiya civînê de daxûyaniyek hate ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku gavên erênî û pêşketinên baş hene.

Şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Baregeha Mekteba Siyasî ya PDKyê civiyan.

Li gorî daxuyaniya hevbeş civîn di atmosfereke dostane û erênî de derbas bû, li ser gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê gotûbêj hatin kirin û gavên erênî û pêşketinên baş hebûn û di rojên pêş de dê civîn berdewam bikin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, civîna îro ya PDK û YNKyê li ser dabeşkirina postên kabîneya hikûmeta 10an bû.

Dan û standin di asta bilind de bûn, şandeya PDKê ji Hoşyar Zêbarî, Piştîwan Sadiq, Dilşad Şehab û Umed Sebah pêk dihat.

Şandeya YNKyê jî ji Qubad Talebanî, Rêwas Fayeq, Derbaz Kosret Resûl, Nizar Amedî, Şalaw Selah Şêx Şeref û Amanc Rehîm pêk dihat.

Divê were gotin ku berê jî çend gerên dan û standinan di navbera wan de hatine kirin û her du alî jî amaje dikin ku di gotûbêjan de pêşketinên baş hene.

Piştî derbasbûna nêzî şeş mehan, hîn alî li ser pêkanîna hikûmetê negihîştine rêkeftinê.

Back to top button