PDK û Goran tekezî li ser piştevanîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin
PDK û Goran tekezî li ser piştevanîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û pêdivî dîtin ku hemî hêz û karînan ji bo paraztina Herêma Kurdistanê kom bikin.
24ê Cotmeha 2023an, li baregeha Mekteba Siyasî ya PDK li Pîrmamê, civîna Bizava Goranê û PDK hat kirin.
Li gor ragihandina hevpar a Bizava Goranê û PDK, di civînê de danûstandin li ser rewşa hestyar a deverê bi giştî û ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî hatin kirin.
Di ragihandinê de hat gotin ku herdu alî gihane wê biryarê ku hemî hêz û alîyên siyasî ji bo paraztina Herêma Kurdistanê û danîna stratejîyek hevpar a netewî ji bo hilgirtina berpirsiyarîya vê qonaxê li hev bên civandin.
Di civînê de herweha tekezî li ser bihêzkirina peywendîyên herdu alîyan hat kirin, bi taybet piştevanîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêngavên wê yên bi Hikûmeta Federal re, ji bo dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û mafên darayî, wek mûçeyên mûçexuran û baştirkirina jîn û jiyara welatîyên Herêma Kurdistanê.