Polîtîk

PDK-T li Sêrtê vebû

Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye(PDK-T) şaxê xwe yê bajarê Sêrtê vekir.

Piştî biryara serdozerê dadgeha bilind a Tirkiye, PDK-T dest vekirina şaxên xwe li deverên din yên Kurdistanê kir. Wek tê zanîn ji berî niha li Diyarbekir PDK-T ofisa xwe vekirîbû.

Niha jî piştî Diyarbekirê yekem car li Sêrtê avahiyek di nava bajêr de ofîsa partiyê ya Sêrtê vekirin. Dema mirov dikeve nava bajarê Sêrtê, piştî peykerê Ataturk bnaya herê mezin de lewha PDK-T dikeve li ber çavê mirov . Ev yek li Sêrtê tiştek nûye.

Ji berî niha Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Sêrtê Komeleya xwe vekirîbûn. Niha jî PDK-T hate vekirin. Hêdî behna Kurditiyê li Sêrtê tê.

Wek din vekirina PDK-T li Sêrtê xedî nirxek din yê taybetiye. Damezirê PDK-T Emerê Şebab (Omer Turhan) ji Sêrtêye û Sêrtê cihek ji wan bo ku sala 1965ê PDK-T dest rêxistinê kirîbû.

Niha bi vê vekirinê rûhêşehîd Emerê Şebab jî şad bûye.

Back to top button