Civak

PDK-T: 71 saliya PDK pîroz be

PDK û tekoşîna Barzanî ji bo damezirandina PDK Îran (1945), PDK Sûrîye (1957) û PDK Tirkîye (1965) bû nîşan û nimûneya berxwedan û Kurdayetîyê. Û PDK yên her çar beşên Kurdistanê îro bi heman şewq û bîrewerîya netewî li ser heman rêbazê têdikoşin.Partîya Demokrat a Kurdistanê, 71 sal berê, di 16ê Tebaxa 1946an de bi serpereştîya M.Mistefa yê nemir hat damezirandin. Ji damezirandina PDK û heta bi îro milletê Kurd bê rawestan tekoşînek bê hempa da û xwe gîhand qonaxa îro.PDK û Serok Barzanî ji 1946an û heta bi îro di hişyarkirina milletê Kurd û pêşdebirina doza Kurdistanê de rol û erkek sereke lîztin û Kurd bi cîhanê dan nasandin. Xebat û tekoşîna PDK îro jî bi heman armancê û di heman asta netewî de bidome û Kurd anîna asta azadîyê, Kurdistan jî anîye asta serxwebûn û dewkletbûnê.Gorbehişt û serokê netewî M.Mistefa Barzanî û PDK, ne tenê ji Kurdên Başûr re, lê herweha ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê re bûn rê û nîşana berxwedan û azadîyê û hîm û stûnên Kurdistana serbixwe di 1946an de danîn. Ew hîm û tekoşîna ku di 1946an de dest pê kir, ew rêbaza ku di wan şert û şirûtên zehmet û dijwar de hatibû danîn, îro ber û fêkîyên xwe dide û parçeyek ji welatê me, ango Başûrê Kurdistanê ber bi azadî û serxwebûnê ve dibe.PDK, a ku bingeha wê li Komara Mahabadê hat avêtin û zîl da, li her çar beşên Kurdistanê per û baskên xwe vedan û Kurd hembêz kirin. Bi saya xebat û tekoşîna PDK, li her çar parçeyên Kurdistanê hişyarî û berxwedan, netewperwerî û netewayetî di mejîyê Kurdan de geş û hêşîn bû û li her çar beşên Kurdistanê PDK hatin damezirandin. PDK û tekoşîna Barzanî ji bo damezirandina PDK Îran (1945), PDK Sûrîye (1957) û PDK Tirkîye (1965) bû nîşan û nimûneya berxwedan û Kurdayetîyê. Û PDK yên her çar beşên Kurdistanê îro bi heman şewq û bîrewerîya netewî li ser heman rêbazê têdikoşin.16êTebaxa 1946an ne tenê ji ber damezirandina PDK pîroz û bi wate ye. Herweha 16êTebaxa 1946an ji ber zayîna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî rojek pîroz û bi wate ye. Mesûd Barzanî di heman roja pîroz de, di bin heman ala pîroz de li Komara Mahabadê çavên xwe li jiyanê vekir û bû şopger û berdewamê tekoşîna PDK û bavê xwe M.Mistefa Barzanî. Barzanî yê ku ala tekoşîn û berxwedana PDK, Qazî Mihemed û Barzanî hilda ser milên xwe, wek pêşmergeyekî leheng bê rawestan heta bi îro têkoşîya û hîmên damezirandina Kurdistanek serbixwe xurttir û qewîntir kir. Xewn û xeyalên ku Qazî Mihemed, M.Mistefa Barzanî, Şêx Seîd û bi hezaran şehîdên Kurdistanê di oxira wan de şehîd bûn, îro bi rêberîya PDK û Barzanî dicirin, pêk tên û nêzîkî armanca xwe dibin.25ê Îlonê roja referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Çawa ku 16ê Tebaxa 1946an rojek pîroz û bi wate ye, em hêvîdarin ku 25ê Îlonê jî di dîroka Kurdistanê de wek rojek pîroz bê bibîranîn û di 25ê Îlonê de milletê Kurd bi serketinek mezin hîmên dewleta Kurdistanê bavêjin.Bi vê minasebetê, em wek PDK-T 71. salvegera PDK û rojbûna Serok Mesûd Barzanî pîroz dikin û dibêjin:Bijî Kurd û Kurdistan!Bimrin dijminên milletê Kurd!Berdevkê Partîya Demokrat a Kurdistan –Tirkîye (PDK-T)Rojhat Amedî
Back to top button