Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) erîşa li dijê balyozxaneya Swêd li Bexdayê şermezar dike, PDK daxûyaniyekî de, da kifşkirin ku ew şewitandina Balyozxaneya Swêd li Bexdayê li dijî destûr, yasa û rêzikên navdewletî dibîne û şermezar dike.
Daxuyaniya Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê
Em bi navê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) destdirêjî û şewitandina Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û vê reftarê li dijî destûr, yasa û rêzikên navdewletî dibînin. Di heman demê de em şewitandina Qurana pîroz şermezar dikin û li dijî şewitandin û pîskirina pirtûkên pîroz ên hemû olan in û piştevaniya birêz Sûdanî û Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku rêkarên yasayî ji bo rêgirtin ji dubarekirina kiryarên wiha bi cih bînin.
Mehmûd Mihemed
Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê
20-7-2023