PDK lîsteya namzetên xwe eşkere kir
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) lîsteya namzedên xwe yên ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Kurdistanê pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe kir.
PDK lîsta namzedên xwe yên ji bo gera şeşemîn a hilbijartinên parlamentoyê pêşkêşî her sê liqên Komîsyona Bilind a Serbixwe yên li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê kir.
PDK li Hewlêrê 64, li Duhokê 48, li Silêmaniyê 72 û li Helebçe jî 6 namzed destnîşan kirin.
Li gor dabeşkirina hejmara giştî ya kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê 32 kursî, li Silêmaniyê 36, li Duhokê 24 û li Helebçe jî 3 kursî hene.
Ji bo wê kotayê 5 kursî hatin terxankirin: 2 li Hewlêrê, 2 li Silêmaniyê û 1 jî li Duhokê.
Serlêdanên tomarkirina namzedên hevpeymanî, partî û serbixwe yên ji bo beşdarbûna hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bû.