Polîtîk
PDK li Bakur berbi yekitiyê ve diçe
Civînên Însiyatifa Yekitiya PDK li Bakur berdewamin.
Însiyatifa yekitiya PDK li Bakur ji bo hemû kesên bîr û baweriyên PDKê diparêzin û herweha xwe wek PDK bi nav dikin dixwaze di bin yek banî de bînê ba hev û yekitiyekê peyda bike.
Ji beri niha cîvînek girsehî li Qoserê û niha jî li Batmanê civîna xwe pêkanîn.
Di civînê de gelek nûnêrên partiyên din amade bûn, wek din jî nûnêrê PDK-T Yusuf Ozdemir û serokê KADEP Litfi Baksî jî amade bûn.
Ahmet acar
Berpirsê însiyatîfê Ahmet Acar da xuyakirin ku dê civînên girsehî li herêmên cuda berdewam bikin. Armanca wan yekitiya PDKê ye li Bakur. Herweha acar da xuyakirin ku , ev civîn gelekî bi erênî derbas dibin.