Polîtîk

PDK hewl dide heta dawiya sala 2023ê hilbijartinên parlementoyê bêne kirin

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serbest Lezgîn ragihand, ewê hemû hewlên xwe bidin ji bo hilbijartinên parlamentoyê di dawiya îsal de bên lidarxistin.

Endamê Polîtburoya PDK Serbest Lezgîn ji K24ê re got: “PDK bi hemû hêza xwe dê di dawiya vê salê de hilbijartinên parlamentoyê bên kirin. Em ê bi hemû aliyan re bi taybet bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re kar bikin ji bo ku şert û mercên vê yekê amade bikin.”

Serbest Lezgîn

Serbest Lazgîn, li ser guhertinên di nava hikûmetê de ku YNK û PDKê daxwaza wê kirine, got: Biryar e parlamentoya Kurdistanê di demeke nêzîk de bicive û guftûgo li ser wan guhertinan bike.

Derbarê civîna di navbera PDK û YNKê de jî aşkere kir, her du alî dê di demek nêzîk de bicivin.

GUHARTINÊN DI NAVA HIKÛMETÊ DE

Piştî kongreya 14ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Komîteya Navendî ya PDK biryar da ku endamên Polîtburoyê ku postên bilind ên hikûmetî û parlementoyê digirin, dest ji kar berdin. Li gorî wê yekê jî, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lazgîn û Cîgirê Wezîrê Plandananê Zagros Fetah Kemal dest ji kar berdin û dê li şûna wan kesine din bên diyarkirin.

Herwiha YNKê jî li şûna Şoreş Îsmaîl, Rêbaz Bîrkotî dike Wezîrê Pêşmerge û Ehmed Eskerî jî li şûna Xalid Şiwanî dike Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinên ligel Hikûmeta Federalî.

Back to top button