PDK: Em demek nêzik helwesta xwe didin xûyakirin
Derbarê posta Serokomarê Iraqê de, Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di parlemantoya Iraqê de daxuyaniyek belav kir.Di daxuyaniyê de hat: “Di dema tekez dikin ku baweriya me bi mîkanîzma demokrat û binemayên destûrî heye, lê ewê niha li parlemantoya Iraqê dibînin û derbarê hilbijartina Serokomarê Iraqê de têbînî dikin, bi ti awayekî bi binemayên rêkeftina di navbera firaksiyonên Kurdistanî de nagunce.”Herwiha hatiye, “Ewê rêkeftin li ser hatiye kirin ew e, ku tevahiya aliyên Kurdistanî li ser yek berbijar bo Serokatiya Komar rêk bikevin, yan jî bi hilbijartina di nava firaksiyonên Kurdistanê de yekalî bihata yekalîkirin, ti carî vê yekê rû neda.”Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, “Ji ber wê li vir radigihînin, ku ev mîkanîzm ji aliyê me vet i carî nayê qebûlkirin û di dahatûyê de helwesta me dê hebe û ew aliyên rêkeftin binpê kirine, berpirsatiya wî karî di stûyê wan de ye.”Firaksiyona PDKê di parlemantoya Iraqê de tekez kir, “Li ber wan sedeman, vekişîna berbijarê xwe radigihînin.”Piştî poşmanbûna YNKê ji rêkeftina bi PDKê re û birêveçûna gera yekem a proseya dengdanê, berbijarê PDKê bo posta Serokomarê Iraqê Fuad Husên xwe vekişand.