Polîtîk

PDK dixwaze hikûmeteke bihêz û piralî ava bike

Meclisa Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya û piştî civînê berdevkê PDKê konferanek rojnemevanî de behsa naveroka civînê kir.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, PDK serdana tevahiya aliyan dike û divê hemû alî bi hev re hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin.

Di derbarê civîna PDK û YNKê de got: “Li bendê ne YNKê kandîdê xwe ji bo posta Serokatiya Parlemantoyê yekalî bike. Herwiha heta niha me bi YNKê re behsa dabeşkirina postan nekiriye.”

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, Peyvdarê PDKê aşkere kir, pêşveçûn di di pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye.

Di konferansa rojnamevanî de hat diyarkirin, PDK dixwaze hikûmeteke bihêz û piralî pêk bîne û ji bo wê jî îro behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û yên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî de kir.

 

Back to top button