Sekreterê polîtburoya PDKê wek serokatiya şandeyekî partiya xwe li Hewlêrê serdana 5 aliyên pêkhateya Tirkmen kir û ragehand, serdanên wan ji bo partî û pêkhateyan başe û pêşwazî li destpêşxeriya PDKê hatiye kirin û ew jî nêrîn û ramanên aliyan û pêkhateyan werdigrin.
Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî îro 23.10.2021ê piştî serdana 5 aliyên pêkhateyên Tirkmen li Hewlêrê ragehand: ‘’Serdanên me başin, ti proje li gel me tine, lê destpêşxeriyekî baş a PDKê ye û alî jî pêşwaziyek baş li me kirine. Em jî nêrîn û ramanên wan werdigrin û eger pêkhate jî giliyên wan hebe derbarê peyvendiyên li gel hikûmeta herêmê, yan li gel PDKê, em jî bi singekî berfireh têbiniyên wan werdigrin û emê jî bigehînin cenabê Serok Barzanî û rêveberiya xwe.’’
Herwaha got: ‘’Piştî serdanên me temam bû, serokê herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî ji bo geheştina bi bernameyekî hevbeş dê civînekî li gel partî û pêkhateyan pêkbîne.’’
Fazil Mîranî, derbarê pêkanîna hikûmeta Iraqê de jî diyar kir, dest bi kar hatine kirin û bi cîdî çavdêriya rewşa Iraqê em dikin û ragehand: ‘’Pir pêwîste em û hevalên YNKê civîneke din bikin, ew jî dê serdana partiyan bikin û ew kareke ku em hemû li gel hev bîhbicîh bikin. Dibe ku tenê aliyekî nikare her tiştî bike, eger bê kirin jî dibe ku encamên rast dernekevin.’’
Derbarê peyvendiyên PDKê û YNKê û aliyên din de jî Mîranî diyar kir, mafê YNKê heye li gel her aliyekî jî xwe nêzîk bike, yan jî peyvendiyê li gel pêkbîne, lê peyvendiyên me û YNKê cudaye li peyvendiyên li gel her aliyekî û partiyên din.
Mîranî ragehand, heta naha ti aliyekî ji me re negotiye, ku li gel yekrêziya niştimanî nînin.