PDK bersiva YNK û Goran da
Berpirsê Pêwendiyên Iraq û Kurdistanê yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Husên ragihand, ku ew bi erenî pêşwazî li ragihandina encamnameya civîna hevbeş a serkirdetiya YNK û Tevgera Goran dikin û got: “Yekrêziya nîştîmanî û çalakkirina parlamentoyê daxwaza PDKê ye jî.”Elî Husên ji Rûdawê re ragihand: “PDK herdem tekezî li ser yekrêziya nîştîmanî dike. Di rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê de pêwîstiya me bi yekrêziyê heye. Weke PDK, di haya hestyariya qonaxê de ne. Me gotiye, ku amadene parlamentoyê çalak bikin û razî ne ku wezîrên Tevgera Goran vegerin ser karên xwe.”Berpirsê Pêwendiyên Iraq û Kurdistanê yên PDKê herwiha amaje bi wê yekê kir, ku ji bo aramkirina rewşê ûy çareserkirina pirsgirêkên siyasî wan şert û mercên xwe rakirine lê divê aliyên din jî mercên xwe ji holê rakin.Hêjayê gotinê ye, ku duh serkirdetiya hevbeş a YNK û Goran li Silêmaniyê civînek li dar xistibûn û di encamê de 3 biryar ragihandibûn.