Polîtîk

PDK-Bakur rêxistina Almanya Newroz pîroz kir

Rêxistina Almanya ya PDK-Bakur, di 17.03.2013an de li bajarê Kolnê Newroz pîroz kir. Newroz bi stranên “Koma Tore, hunermend Birindar,Azad Xosnaf u Hejar Xaniki” coştir bû û mêvanan bi dilek xweş Newroza xwe pîroz kirin.

Di şeva Newrozê de nûnerên partîyên siyasî , peyamên xwe xwendin û Newroza mêvanan pîroz kirin. Herweha serokê PDK-Bakur rêxistina Almanya jî peyama xwe xwend û girîngîya Newroz û meha Adarê anî zimên. Bi beşdarbûna Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê Newroz bû nîşana yekîtî û hevkarîya Kurdan û moralek mezin da beşdarvanan.

Peyama PDK-Bakur  bi minesebeta cezna Newroze:

Rêzdaran,

Nûnêren Partî û Komale Kudistanî, win bi xer hatin şahî ya Newroza 2013 em wek PDK-Bakur bi dil û can cezna we piroz dikin.
Mêvanen heja,di diroka me kurdan de ceheki newroze ye taybet heye. Agire Newroze sembola azadiya Zaroka,dayika,bav û kalaye.

Îşareta tekçûna rejimen xwin xar û diktetora ye sembola ronahî û demokrasîye ye himbêzkirina hamu cure bahwerîye cudaye, jiber ve taybêtîye ye ku dagirkêre Kurdisane û rêjimen diktetor liser axa bav û kala ev roja pîroz li me kadaxe kiribun.Le geleme bi hestêk Netêweperwer li ve roja xwe ya Nêtewî xadî derkêtîye û hatanî îro aniye.Em spasdare gele xwane.

Mevanen heja mixambil ku xwaşî û nêxawşye me kurdan tevlihav bunê, deho16adare bu, me komkujiya Halebçê şehit bibîr anî, em sere xwa li ber şêhîde halebçê di tewinin ewe didele milete kurde tim zindî bin.

Rezdaren heja gele kurd geleki hewkas merxase ku bi serbilindî pêşpazî li xwaşî û nexwaşîye xwa dike.

Rêzdaren, xwişk û birayên hêja

Li rojhilata nawerast de guharine mêzin çedibin ev guhartin jibo me kurda gelek diroki û girîngen,jiber lozana diduya dubara nebe, pewîst te em yekitî û havkarîye xwa çekin.

Em wek PDK-Bakur hevî dikin ku partî û dezgehe Kurdistanî di ve wexta hasas de xwa ji hamu hevldane ku bibine sebebe nexwaşîye navxayî, xwa durxin û hamu takata xwa jibo bi desxistina mafe gele me li çar aliye kurdistan bikar bînin.Em baş dizanin ku tene havkarî û yekitîya me dikare me bigihene hedef û armance me e asasî.

Başûre welate me minakek zindiye dibe her kurdek ve yeke li ber çava bigre û jixwara je sud bigire.
Rezdarên heja,em ji nezve başûre rojavaye welate xwa dişopînin.

Em hevldane seroke Kurdistanê birez Mesud Barzanî wek hevldane netewî û dirokî dinirxenin.ku Partîyen kurdan li hav ani,Meclisek bilînd hat avakirîn,em wek Partî hevldanen Seroke Kurdistan birez Mesud Barzanî hevldanen di berjewendî ye gele kurd de dibinin û jibo serkevtina gele me li rojavayebaşur,peymana Hewler esas digirin.

Redaran,xwişk û birayen heja li Tirkiye niha pirosesekê destpê kirîyê em wek PDK-Bakur hevî dikin ku ev proses bigehe bo aştîyê le em başdizanin ku li Tirkiye doza Milete kurd ne pirsa partîyek siyasî  tenêye,mesele meseleya Miletekîye û divêt bi awayekê stratejik ji bo çaraserîye miamele digel bet kirin.
Rezdaran, biheviya ku geleme li çar aliye kurdistan bigihe mave xwa e netewi dubara cezna Newroze li we û hamu kurde li welat û derveyi welat pîroz dikin.

Bijî Kurd û Kurdisan
PDK-Bakur rêxistina Almeya

Back to top button