Cîhan

Pavel Talabanî bi nehênî hatiye Tirkiye

Ji berî niha nûçeya ku hatina PavelTalabani di Rojevakurd de hatibû belav kirin. Herweha malpera Nasnamê  nûşeya hatina Pavel Talabani belav kirî bû. Nasnamê di heman demî de nirxandinek jî li ser vê serdanê kirû bû.Niha cardin Nasname behsa serdana Pavel Talabani dike û li girêdanên vê serdanê jî dide xûyakirin. Herweha Nasnamê şiroveyek dirêj li ser vê yekê kiriye. Ji xwe nirxandina bûyera û li himber bûyeran kifşkirina helwestê karekbingehîn yê Nasnameyê ye.Nasneme dibêje: Ev pêwendî bi rêya rojnemevan Îlnur Çevik hatiye danin û di nav malbata Talabani û Erdogan de çevik şûye û hatiye.Îlnur Çevik ji aliyê raya giştî ya kurd ve baş tê naskirin. Salên 90î de li Kurdistana Başûr gelek karên bazirganî kirine. Niha jî wek rawêşkarek yê Erdogan kar dike. Çevîk di îstixbarata dewletê de jî xwedî rolek berbiçav e.Nasname dibêje: “ Îlnur Çevîk sala 2016ê bû rawêşkarê Erdogan. Ji berîya referaranduma serxwebûna Kurdistanê, çevik tevlî bernameyek ya televizyonî bû. Çevik bi bê ehlaqiyekî êrîşê malbata Barzani kir. Taybetî bi devê HDPê Barzanî bi eşîriyê û feodaliyê îtham kir. Çevik di vê bernamê de gelek wesfê malbata Talabani dan. Çevîk di heman bernamê de gotibû: Tirkiye ne mehkumê mala Barzaniye. Barzani hişke û serê xwe natewîne. Dewleta Tirk dikare pêwendiyên baştir li gel Silêmaniyê deyne û dê ev pêwendî di berjewendiyên Tirkiye de bin. “Pavel Talabanî rolê nawendi yê xiyanetê dileyze. Aliyên xiyanetê li miletê xwe bike mehkumê sîxûriya kesên din e. Ji bo vê yekê jî pêwiste di hemû platforma de ev kes û alî bêne mehkum kirin , divê ev bedelê xiyanetê bidin.

Back to top button