Patriot têne cih kirin
Li gor ku hatiye ragîhandin, Turkiye Partiot ji NATOyê xwestine.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê: “Sûriye êdî bûye xeternak, me sarûxên Patriot ji NATOyê xwestine da em sînorê xwe yê başûr biparêzin.”
Turkiye dê van sarûxên Patriotan, li pêşberê Sûriyê, seranserê sînorê başûr bi cih bike.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê: “Ev krîza ku li Sûriyê didomîne, xetera xwe li ser aramiya me ya netewî dike. Li gor peymana Waşingtonê xala IV. bi daxwaza me 26ê Hezîran û 3yê Kanûna Pêşî de ew şêwirmendiya di konseya ku hatiye kirin de wê NATO destek ji bo bihêzkirinê bide. Li ser vê yekê me jî daxwaz ji NATOyê kir da sarûxên Patriotan bide me. Ev daxwaza me bi awayekî fermî gehaye NATOyî. Li ser vê meselê wê Konseya NATOyî bi demekurtekê bicive û biryar bide”