PolîtîkRojev

Paşeroja me hemiyan bi hev re ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîn û hevdîtinên xwe yên bi berpirsên partiyên siyasî re wek baş û erênî nirxand got, “Divê em li ser maseya diyalogê rûnin û bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê serdana xwe ya Silêmaniyê de li gel berpirsên YNKê, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komela Dadgerî û Encûmena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî-Helebceyê civiya.

Nêçîrvan Barzanî piştî wan hevdîtinan, derket himber medyayê û behsa hevdîtan kir û got:  Civîn bi giştî baş bûn. Em hatine bo beşdariya di merasima Kolêja Leşkeriya Qela Çuwalanê û me hejmarek hevdîtin hebûn ligel Serokê YNKê, Emîndarê Giştî yê Yekgirtû, mamoste Elî Bapîr û birayên Goranê. Civîn bi giştî tekeziyek bû li ser vêya ku em hemû divê bi hev re bo berjewendiyên Herêma Kurdistanê bixebitin û civînên me di vê çarçoveyê de berdewam dibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî dibêje: Em wek Herêma Kurdistanê daxwaz dikin pirsgirêk li ser bingeha Destûra Iraqê bên çareserkirin, em bi hêvî ne Bexda di vê çarçoveyê de bê ser xet û pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Iraqê de çareser bike.

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, peywendiya niha ya navbera PDK û YNKê “baş e” û daxwaz ji hemû aliyên Herêma Kurdistanê kir, bi hev re kar ji bo pêşvebirina Herêma Kurdistanê bikin. Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Navbera YNKê û PDKê niha gelek baştir e ji caran, hûn dibînin kampîna ragihandinê û şerê medyaya civakî gelek kêm bûye û ez hêvîdarim bi tevahî nemîne, ew bi ti awayî di berjewendiya Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê de nîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser berdewamiya gotûbêj û diyalogê kir û got, “Divê em li ser maseya gotûbêjê rûnin û bi hev re pirsgirêkan çareser bikin, ji ber di encam de evder welatê me û ev milletê me ye, divê em bi hev re bixebitin û hemû aliyên ku li Herêma Kurdistanê ne, paşeroja me tevan bi hev re ye.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi naveroka wê nameya xwe jî kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ji Netewên Yekbûyî re şandiye û diyar kir, “Me nameyek ji Netewên Yekbûyî re nivîsî û me daxwaz kiriye him têkildarî mijara hilbijartinan û him jî çareserkirina wan pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêmê de hene, alîkariya me bikin.”

Back to top button