Cîhan

Pasdarên Îranê keştiya milyarderê Îsraîlî desteser kir

Di derbarê keştiya MSC Aries a ku li Tengava Hurmuzê hat desteserkirin, ji Îranê daxuyaniyek hat. Hat ragihandin, ji ber ku keştî bi Îsraîlê re têkildar e, wê ber bi ava Îranê ve bê kişandin. MSC Aries xwediyê Zodiac Maritime ye ku xwediyê wê milyarderê Israeli Ofer e.

Ajansa dewleta Îranê IRNA piştrast kir ku keştiya bi navê MSC Aries li dergehê Tengava Hurmuzê ji aliyê Hêzên Şoreşê ve hatiye desteserkirin. Di nûçeya IRNAyê de hat diyarkirin ku keştiya bi ala Portekîzê bi hinceta ku têkiliya wê bi Îsraîlê re heye hat desteserkirin.

Li gor nûçeyê, hêzên taybet ên hêzên deryayî yên Hêzên Şoreşê li keştiyê siwar bûne û operasyonek li dar xistine. Di dîmenên medya civakî de tê dîtin ku komando li keştiyê siwar dibin.

Keştiya MSC Aries girêdayî Zodiac Maritime ye, ku xwediyê wê karsazê Israîlî û mîlyarderê navdar Eyal Ofer e.

Back to top button