Partiyên siyasî çewe li hevkirine
Rojnameyeka Gorranê pişka partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, yên ku dixwazin bibin şirîkên hikûmetê, eşkere kir.
Hevdîtin û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê ji aliyê PDK û partiyên din ve didomin. Hinek partî dixwazin bibin şirîk, hinek jî dixwazin bibin opozîsyon.
Rojnameya kurdî ya bi navê “Zemen”, ku rojnameya Gorranê ye, di hejmara xwe ya îro de raportek li ser pişka wan partiyên siyasî yên ku dixwazin bibin şirîkên hikûmetê, belav kiriye. Li gorî wê raportê, pişka wan partiyên siyasî wiha ye:
Pişka PDKê: Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê, cîgirtiya serokê/a parlementoya Kurdistanê, Wezareta Navxwe, Şîretkariya Encumena Asayişê, Wezareta Samanên Sirûştî, Wezareta Darayî, Wezareta Xwendina Bilind, Wezareta Elektirîkê, Wezareta Rewşenbîriyê, Wezareta Ewqafê, Wezareta Tenduristiyê, Pêwendiyên Derve, Serokatiya Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Berdevktiya Hikûmetê, Serokatiya Dîwana Encumena Wezîran
Pişk YNKê: Serokatiya Parlementoya Kurdistanê, cîgirtiya serokê hikûmetê, Wezareta Pêşmerge, Wezareta Bajarvaniyê, Wezareta Çandiniyê, Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan, Sindoqa Dahata Petrolê, Desteya Giştî ya Deverên Kurdistanî
Pişka Gorranê: Cîgirtiya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Wezareta Pilandanînê, Wezareta Perwerdê, Wezareta Avedankirinê, Desteya Berhemanînê, Wezareta Karûbarên Parlemento û Hikûmetê
Pişka Komela Îslamî: Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, Wezareta Jîngehê yan jî Koçberiyê.
Heta niha PDKê, ku erka pêkanîna hikûmetê li ser milê wê ye, li ser vê raportê tiştek negotiye.
Bas