Partîyên Kurdistanî Serdana Cizîrê û Silopîyê Kirin
Heyeteke ku li ser navê Hereketa Azadî,ÖSP, PAK, PAKURD,PDK-Bakur doh(03.09.2015) serdana Cizîrê û Silopî yên ku navçeyên Şirnexê kirin.Heyet ji Endamê Komîteya Birêvebirîya Navendî ya PAKê rêzdar Vahît Aba , Endamê rêvebirîya rêxistina Amedê ya PDK-Bakurê rêzdar Aslan Îlhan, Sekreterê duwem yê Hareketa Azadî rêzdar Sidki Zîlan ,Serokê rêxistina Amedê ya ÖSP yê rêzdar Nusrettin Maçîn û rêveberê PAKURDê rêzdar Mihemed Şarman pêk hatibû.Heyetê di seredanê de li ser şerê ku li Bakurê Kurdistanê berdewame û bi taybet jî li dor û bera Şirnexê qewimî lêkolîn kir.Nerînên gel hatin standin.Heyet pêşîyê serdana Silopîyê kir.Li vir serdana Şarederîyê kir.Heyet ji alîyê hevserokên Şarederîyê rêzdar Emîne Esmer û rêzdar Seyfettîn Aydemîr hatin pêşwazî kirin.Piştî vê derê jî beşdarî tazîyeya Fatma Ay bûn.Wek ku tê zanîn Fatma ay di 31ê Tebaxê de li ser serbanê mala xwe bi gullebaranê hatibû kuştin.Keça wê Bahar Okten jî birîndar bûbû.Heyet piştî Silopîye li Cizîrê lêkolînên xwe didomand.Li vê derê jî ji gelê Cizîrê bi kesên cuda cuda re , hevdîtin pêk anî.Di encama van hevdu dîtinan gişa de raya derkete holê ev bû:Dewlet bi aşkere xwe ji şereke pir mezin re amade dike.500 kesên“Özel Harekat”ê li Cizîrê li ‘’yûrdên mektaban’’ da hatîne bicîh kirin.Li Silopî û Cizîrê li ser gelek avahîyan nîşangir dimînin.Gel dixwaze ku ev şer raweste.Ev şer zerareke mezin dide Kurdistanê.Sivîl tên kuştin herêm tê talan kirin.Naxwazin ku kolanên wan bên xirakirin rê bên girtin.Kesên ku bikaribin ji van deran bar dikin.Dixwazin ku ev mesele bi rêya demokratîk bê çareser kirin.Heyetê ragihand ku ev seredanên bi vî rengî wê li gelek deverên ku şer didomin dê berdewam bike. Di encama van ziyaretan de dê raportek jibo raya giştî bê amade kirin.04.09.2015Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê