Civak

Partiyên Kurd li Amedê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

Partiya PSK, PAK û HAK-PAR li Amedê li Kolana Sanatê bi meşek meşaleyî Newroz pîroz kirin.  Meşa ku ji aliyê endam û rêveberên partiyan ve bi cil û bergên Kurdî û bi meşaleyan pêk hat, dîmenên rengîn derxist holê.

Di meşê de dirûşmên “Bijî Newroz” hatin qîrîn. 

Newroza îsal li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê bi coşî hat pîrozkirin. Li Metropolên Tirkiyê jî Cejna Newrozê bi girseyî hat pîrozkirin û evê yekê hest û hêvî di nav Kurdan de xurt kir.

Back to top button