Partiyên Îslamî yên Kurdistanê ligel serxwebûnê ne
Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî ya Kurdistanê ku di gera sêyem a Parlamentoya Kurdistanê de mixalefet bûn, piştîvaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê ragehandin û di vê derbarê de proje û pêşniyarên wan ên taybet hene.
Derbarê mijarê de yek ji serkirdeyên Komela Îslamî Ebdûlstar Mecîd ji BasNewsê re eşkere kir ku projeyeke partiya wan derheqa ragehandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê de heye û got: ‘’Di projeyê de behsa pêngav, pirsgirêk û wan astengan tê kirin ku dê di ragehandina wê dewletê de derkevin pêş. Ji bo wê projeyê ji serkirdayetiya Komela Îslamî lijneyek pêk hatiye û niha di qonaxa amadekariyê de ye û gehiştiye ber qedandinê, piştî ku temam bû em ê ji raya giştî re eşkere bikin.’‘
Mecîd da zanîn ku berî ew dewlet bê ragehandin pêdivî bi mekanîzma û gotûbêjê heye û wiha axifî: ‘’Ev mijar niştimanî ye, divê em hemû alî karên cidî jêre bikin û pêngavên navxweyî û derve no wê bavêjin.’‘ Mecîd bal kişand ser daxwiyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî û got: ’‘Evna dide xwiyakirin ku dê pirsê bi hemû aliyan herwiha çîn û tebeqeyên xelkê Kurdistanê jî bike.’‘
Ji aliyekî din ve serokê berê yê Fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di gera sêyem a Parlamentoya Kurdistanê de Umer Ebdûlezîz li ser rûbela xwe ya tora civakî Facebookê bi navê ‘’Zemînsazî bo Bîranîna Sedemîn Salvegera Sykes-Picot’‘ peyamek belav kiriye û wiha nivîsiye: ’‘Bila di bîranîna raperîna îsal de em hemû alî ferq û cudahiyên xwe deynin aliyekî, hewldanên xwe bikin yek bo destpêkirina kampanyayeke niştimanî, bo zemînsaziya ragehandina mafê ’‘Dewleta Kurdî’‘, di bîranîna Sedemîn Salvegera Sykes-Picot a sîtemkar de, ku Kurdistan parçe kir.’
Umer Ebdûlezîz wiha dibêje: ‘’Tenê 26 meh mane bo bîranîna sedemîn salvegera wê peymannameya ne rewa, ku meha Gulana 2016ê ye, bi hêviya danîna plan û bernameyekî hevbeş ê yekgirtî li hemû beşên Kurdistanê.
Hêmin Salih(Bas)