PolîtîkRojev

“Partiyên biçûk” bersiva Qubad Talebanî dan: YNK jî daketiye asta me!

Beşek ji partiyên Herêma Kurdistanê ji gotinên Qubad Talebanî nîgeran in ku gotibû, ew partî biçûk in.

Qubad Talebanî herî dawî di mîtînga Kelarê de gotibû, ji bilî PDKê tevahiya partiyên din yên Herêma Kurdistanê biçûk in û eger welatî dengên xwe bidin wan partiyan, bi sûda PDKê ye.

Ji ber wan gotinan, beşek ji partiyên siyasî nîgeranî û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Berpirsê melbenda Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê, Şalaw Umer ji BasNewsê re got, ew partiyên ku beriyê opozîsyon bûn û niha di bin baskê YNKê de ne, terîma partiyên biçûk bikar dihanîn lê niha YNK jî daketiye asta wan partiyan.

Şalaw Umer her wiha got, em xwe ji YNKê biçûktir nabînin. Me jî xebat kiriye û rola me jî di xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de hebûye. Helbet em mîna hinek partiyan gotinên mezin û birîqok nakin. Em têra xwe mezin û bi gotinên wisa jî biçûk nabin.

Wî berpirsê partiya Sosyalîst rexne li Yekgirtû û Komel jî girt ku di bin de bi YNKê re li hev kirine û got, lê gotinên Qubad Talebanî herî zêde arasteyî Gorran, Komel û Yekgirtû ye. Divê ew helwest nîşan bidin. Eger xîreta wan hebe divê bersiv bidin.

Endamê serkirdetiya Bizava Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe) Selam Kerîm jî ji BasNewsê re got, em ti carî xwe wek partiyek biçûk nabînin. Ji ber ku em di dema xebatê de li gel YNK û partiyên din bûn. Bê guman xizmet û xebata me ji wan kêmtir nebûye ji ber wê jî em xwe biçûk nabînin.

Back to top button