Cîhan
Parlementerên Tirk rabûn hev 4 birîndarin
Li parlementoya Tirkî di navbera parlementerên AKPî û CHPê de şer derket. Di encama hevçûna de 5 parlementer birîndar bûn. Parlementerê CHPê Musa Çam rakirin nexweşxanê.
Herweha parlementerê HDPê Ertugrul Kurkçu jî birîndar bû. Dema di parlementoyê de pakêta ewlekariya bihata gotubêj kirin, ji bo mafê axvtinê tekilhevî çêbû. Li ser vê yekê parlementerê AKPê û CHPê rabûn hevûdin.