Polîtîk

Parlementerên HDPê nikarin vekirî biaxêvin

Parlementerê HDPê Altan tan di hevpeyvinek ya xwe li gel rojnama Cumhuriyeta tirkî behsa rewşa sistema serokatiyê li Tirkiye kir û herweha kolandina xendeka li kolanên bajaran siyasetek ne rast dibîne.Di pirsa sistema serokatiyê li Tirkiye de Tan dibêje:Ne tiştek nû ye ku HDP dibêje em dikarin li ser sîstema serokatiyê biaxivin. Gotinên me yên di lijneya destûrê de jî diyar in. Bixwazin bixwînin dikarin bibînin. Em dikarin li ser sîstema serokatiyê jî û nîv serokatiyê jî biaxivin û gotûbêjan bikin. Lê em dîktatoriyê qebûl nakin.’’Gotara Demirtaş di propaganda hilbijartinan de ya sereke ew bû ku , sistema serokatiyê wek xeterek didît û digot “ Em nahêlin tu bibî serok“ yani gelek vekirî li dijî serokatiyê derdiket. Lê niha bê ku argumentekî bînin behsa sistema serokatiyê dikin.Herweha di pirsa bûyerên li Bakurê Kurdistanê de jî parlementerên HDPê daxûyaniyên cur bi cur didin. Di vê pirsê de Tan dibêje:Piraniya xelkê ne pişgirê kolandina xendekan e, lê ew bi xwe nikarê helwesta xwe bi vekirî bide diyarkirin.Ev yek jî beşeke ji siyaseta HDPê.Ji aliyek din Tan dibêje : ’Çi dibe bila bibe divê HDP tekoşîna demokratîk bilind bike.’’Lê pirs ewe ku dezgehek bi xwe di nava xwe de ne demokratik be dê çewe bikaribe tekoşîna demokrasiyê bide?

Back to top button