Parlementerên Britanî: Kurdistan li herêmê de mînak e
Berî nîvroya îro sêşem 12.11.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî grûpa Dostayetiya Herêma Kurdistanê ya li Parlemena Brîtanya kir.
Li hevdîtinê de şanda Parlemena Brîtanya ku ji endam û nûnerên partiyên siyasiyên li nav Parlemena Brîtanya pêkhatibûn, xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtina li gel Serok Barzanî ragihand û ji bo rûdawa terorîstiya meha Eylûla derbasbûyî li Hewlêrê peyama hevxemiyên xwe gihandin Serok Barzanî û her wiha ji bo serkeftina hilbijartina Parlemena Kurdistanê pîrozbahiyê li cenabê Serok kirin û balkişandin li ser wê yekê ku hebûna vê fireh rengiyê li propagandayên hilbijartinê û pêvajoya siyasiya Herêma Kurdistanê cihê dilxweşiye û li herêmê de ezmûneke kêm wêne û serkeftiye.
Li beranberda Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya helwesta wan kir. Her li vê hevdîtinê de endamên şandê peywîst bi pêvajoya siyasî û aboriya Herêma Kurdistanê û Iraq û Sûriye û herêmê dîtin û nêrînên xwe xistinrû û çend pirsiyarek jî pêşkêşî Serok Barzanî kirin. Li bersîva pirsiyaran de û di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku heta hilbijartin li Iraqê de neyê kirin nabê li benda guhertineke erênî li pêvajoya siyasiya Iraqê de bibîn û pêwîste hevbendiya rastîn li Iraqê de bi cîh bibe ne xwe pêvajo ewê ku niha heye xeraptir dibe. Serok Barzanî li beşekî dinê axaftina xwe de gelek spasiya grûpa Dostayetiya Herêma Kurdistanê ya li nav Parlemena Brîtanya kir ji bo hewlên wan yê li ser nasandina jenosaydkirina Kurd ya ji aliyê rejîma berê ya Iraqê û daxwaz jî kir ku li hewlên xwe de berdewam bin bo ku Hikûmeta Brîtanya jî vê hengavê bavêje û ji bo ku li hemû hengavek de ji bo vê mebeste yarmetîderê wan bin amadehiya Herêma Kurdistanê jî ragihand.
Pêvajoya siyasî û pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê û behskirina kerta tendirustiya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo wê yekê nîşanda ku li kerta tendirustî û bi taybet dabînkirina bîmeya tendirustî ji bo welatiyên Kurdistanê sûd ji ezmûn û hevkariya welatê Brîtanya bê wergirtin.