Polîtîk

Parlementerên Amerikî: Paşaroja Kurdistanê geş e

Roja dûşem 29.06.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Encûmena Nûnerên Amerîka bi Serokayetiya birêz Robêrt Uîtmen, Berpirsê Lîjneya Amadebaşî Serbazî ya li Encûmena Nûnerên Amerîka kir. Li hevdîtinê de şanda mîhvan sersamiya xwe beranber azayetiya hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistan nîşan da ku karîne ji bilî wan hemû tehdidên ku heye li şerê terorîstan da serkeftinê bi dest bînin û dijminekî wekî Da’îş têk bişkînin û sedan hezar koçber û lêqewimiyan jî ji pêkhatên cûda cûdayên Iraqê niha li Kurdistanê jiyanekî aram û dûrî ji metirsiyê ji bo wan dabîn kirine. Şanda mîhvan ragihand ku şerê terorîstên Da’îş şerekî girane û pêwîste civaka navdewletî bi hemû awayekî hevkariya Kurdistanê bike û her wiha behsa rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina proseya siyasî û şerê terorîstên Da’îş de kir. Şanda mîhvan wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku şandê pêzanînên we ji bo peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê heye û hewl didin wan peywendiyan zêdetir pêşbixin û zêdetir piştevaniya Kurdistanê bikin û wan têgihîştina tevahî jî ji bo hevkarîkirina Kurdistanê heye û bi navê berev rûbina wan tehdîdên li rûyê aborî û serbazî û stratejiyê ve li holê dane û piştî vegeranê jî li gel hevrêyên xwe yên li lîjneya peywendiyên derve hewl didin zêdetirîn piştevanî û hevkariyê ji bo Kurdistanê desteber bikin ku li şerê dijî teror û bi hanave çûna koçberan da hevkariya Kurdistanê bikin. Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya Hikûmet û gelê Amerîka jî kir ku li şerê dijî terorîstan da piştevaniya xelkê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bûne. Serok Barzanî di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ji bo endamên şandê axivî û ragihand ku her çende terorîst karîne ziyaneke zêde bi aramiya navçeyê bigihînin lê belê bi dilniyayiyê ve tu paşarojeke wan tûneye.Li dawiyê de şanda mîhvan ragihand ku baweriya wan ya tevahî heye ku Kurdistan li bin serkirdayetiya Serok Barzanî paşarojeke geş dibê û dikarê li ser hemû tehdîdan da serbikevê û bi wê navê da jî ew bi tevahî piştgîriya Kurdistanê dikin. Behskirina rewşa navçeyê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û paşaroja Iraqê, mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.  

Back to top button