Parlementera CHPê gotinên giran gotin Tanrikulu
Ji bo pêvajoya nû, pirsa kurd û herweha pirsa demokrasiyê li Tirkiye di nava CHPê de herkesek rûyê xwe yê rast dertixe holê.
Civina gruba CHPê ya di parlementoyê de gotubêjek gelek balkêş pêk hat û hinek parlementeran cigîrê serokê CHPê parlementerê Stanbulê Sezgin Tanrikulu bi sîxûriya CIA yê itham kir.
Herweha hinek parlementeran ji bo Sezgîn Tanrikulu gotinên giran bi karanîn. Dema Tanrikulu serokê Baroya Diyarbekirê bû di doza Ergenekonê de wek parêzerek midaxil bû. Herweha di doza Egenekonê de dixwest ev rêxistina tarî eşkere bibe û kesên endamên vê rêxistinê bêne cezakirin.
Di guruba CHPê de ev helwesta Tanrikulu ya wê demê hate rojevê û ji bo wê helweste hate rexne kirin.
Parlementera CHPê Dilek Akagun Yilmaz çû ser Tanrikulu û got: Bese êdî,tu sîxurê Amerîkayê yî. Tu dixwazî partiyê parçe bikî.
Li ser van gotina Tanri kulu bersiva Yilmaz da û tevlîheviyek çêbû. Li ser vê yekê civîn dawî hat.
Dixweyê hêdî bi tu awayî tehemula kesayetek kurd di nav CHPê de nayê kirin. Di nav CHPê de baskê “ Çepên netewî“ yên Kemalist hêdî vekirî xwe eşkere dikin û dixwazin partî ji kurdan bê pakij kirin.
Ji berî demekî li ser gotara nijadperestî ya parlementerek CHPê, parlementerê kurd Firat ji vê partiyê îstifa kir û tevlî AKPê bû.