Parlementera bi PJAKê re govend gerand ji peywirê hate dûrxistin
Parlementera Swêdî a Partiya Demokrata Civakî, ji ber ku li Qendîlê bi gerîlayên PJAKê re rabûye govendê, ji aliyê partiya xwe ve, ji peywira ji bo herêma Dalarna a omburdsmaniyê (navbeynkar) hatiye dûrxistin. Partiya ku li Swêdê di mixalefeta serete de cih digre, cara ewil li herêma Dalarna omburdsmanêk peywirdar kiribû. Ji bo wê peywirê jî parlementera Kurd a partiya demokrata civakî a Swêdê Evîn Çetîn hatibû ser wezîfê. Hat îdiakirin ku, ji ber ku Evîn Çetîn, di serdana xwe a li Qendîlê de, bi gerîlayên PJAKê re govend kişandiye, ji wê peywirê, heta demekê hatiye girtin.
Dîmenên govend gerandina Parlementera Swêdê Evîn Çetînê, di rojnameya Exspressen de hatibû weşandin. Piştî dîmen derketin holê, partiya Çetîn ew ji peywirê dûrxist.
Li gorî nûçeya rojnameya Milliyetê, Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Civakî a Swêdê Stefan Lofven, diyar kiriye ku, serdana Evîn Çetîn wê ji aliyê partiyan wan ve bê lêpirsîn.
Parlementer Evîn Çetîn jî daxuyand ku, sedema serdana wê a Qendîlê, ji bo hevpeyvîneke ku di pirtûka ku amade dike de wê bê bikaranîn ew çûye Qendîlê. Di mijara bi gerîşayan re govend kişandinê de jî Evîn Çetîn wiha gotiye: Hinekî bipên, hûn ê di pirtûkê de bixwînin.