Parlementer jî wê dest bi greva birçîbûnê bikin
Parlementerên BDPê xwe amade dikin ku, di bin baniya meclîsê de dest bi greva birçîbûnê bikin. BDP, roja duşemiyê li meclîsê dike civînekê lidarbixîne. Ger heta wê rojê, hikumet daxwaziyên çalakgerên siyasî yên ku îro 53 roj in di greva birçîbûnê de ne bicîh nîne, koma partiyê di civînê de wê tevlîbûna çalakiya greva birçîbûnê gotûbêj bike. Heta tê gotin ku, tenê koma BDPê wê li ser mijara, “em li kuderê dest bi greva birçîbûnê bikin” niqaşan bike. An li navenda giştî a partiyê an jî li meclîsê wê destpê bikin. Tê ragihandin ku, pirraniyê parlementeran, dixwazin di bin baniyê meclîsê de çalakiya greva birçîbûnê bidine destpêkirin. Sedema vê jî ev e ku, ger navenda giştî a partiyê bê tercîhkirin, qasî meclîsê wê deng dernexîne ye. Ger roja duşemiyê biryara destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê bê girtin, muhtemele ku parlementerên BDPê li meclîsê, li salona desteya giştî çalakiya xwe destpêkirin bidin.
Çalakiya greva birçîbûnê, li gorî daxuyaniyên wezareta dadê, li 68 girtîgehên li Tirkiyê, 683 girtî û girtiyên ku ceza xwarine dewam dikin. Çalakiyê di 12ê Îlonê de destpêkir. Çalakiyê bi 63 girtîyên siyasî yên PKK û PAJKê destpêkir û her roj bi beşdariya girtiyên din berfireh bû. Di nav çalakiya greva birçîbûnê de parlementer, şaredar, rojnamevan, xwendekar jî hene. Parlementerên BDPê yên girtî Faysal Sariyildiz û Gulseren Yildirim, şaredarê Wanê yê girtî Bekir Kaya, rojnamevan Tayyip Temel jî dûra kesên ku dest bi greva birçîbûnê kirine ne.
Dîsa di nav çalakgeran de zarok jî hene. Doh, bi qaîlkirina parlementera BDPê Pervîn Buldanê, 2 zarokên li Girtîgeha Şaklanê çalakiya xwe bi dawî kirin.
Çalakger çi daxwaz dikin:
Tecrîda şidandî a li ser Ocalan rakirinê, mafê xweparastin û perwerdehiya bi Kudî bê qebûl kirinê daxwaz dikin.