Parlamentoya YE û rewşa mafê mirovî li Kurdistanê
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya fermî a bo Belçîkayê de, duhî li Biruksilê beşdarî konferensa mafê mirovî li Îraq û herêma Kurdistanê ku, ji aliyê parlamentoya Yekêtiya Ewropayê ve hatibû amade kirin, kir û têde behsa rewşa mafê mirovî li Îraq û herêma Kurdistanê kir.
Di konferensê de ku, gelek parlamenter û çalakvanên warê mafê mirovî amadebûn, Felah Mistefa berprisê têkeliyên deve yê hikûmeta herêma Kurdistanê gotarek pêşkeş kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê şanaziyê bi kultura lêbihurînê û pêkvejiyan ku, li herêma Kurdistanê heye dike û rêzgirtin ji mafê mirovî hokareke ji bo misogerbûna pêkvejiyana bi aşitî û pêşkeftinê:
– Me bawerî bi azadiya hizr û bîran û azadiya olên cuda heye. Ez li vir bang li wan hemû kes û aliyan dikim yên ku heta nuha serdana herêma Kurdistanê nekiriye, serdana herêma Kurdistanê bikin û bi çavên xwe ew atmosferê dabînkirina jiyana biaşitî û pêkvejiyanê yehe bibîn in.
Mistefa got ku, herêma Kurdistanê berdewam pêşwaziyê li serdana Neteweyên Yekgirtî, rêxisitnên mafê mirovî yên cîhanî bo herêma Kurdistanê û raporên rêxistina çavdêriya mafê mirovî a ser bi Neteweyên Yekgirtê ve yên derbarê rewşa mafê mirovî, dike.