Parlamentoya Iraqê tevahiya projeyasaya budceya federal a bo sala 2021 pesend kir. Pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê jî ku di maddeya 11 de hatibû cîgirkirin, bêyî ti guhertinekê hat pesendkirin.
Di maddeya 11 a budceya sala 2021 a Iraqê de, %12.67 ji budceya federal weke pişka budceya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.
Li gor budceya îsal a Iraqê, Herêma Kurdistanê divê 460,000 bermîlên petrolê bi nirxê SOMO li gel nîvê dahatên navxweyî bide Bexdayê.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Beşîr Hedad ku Kurd e, têkildarî pesendkirina maddeya 11 a projeyasaya budceya federal ji Rûdawê re ragihand: “Çend caran pesendkirina vê projeyasayê paşket, lê spas bo Xwedê ku me îro karî civînê lidar bixin û maddeya 11 bi koma dengan hat pesendkirin.”
Beşîr Hedad diyar kir, “pişka Herêma Kurdistanê di yasaya budceyê de 12.67 ji sedî ye ku di navbera 9 heya 10 trîliyon dînar e û dibe ku di meheke din de û piştî rêkarên wê derdikevin, dest bi cîbicîkirina wê bê kirin.”
Hedad ji ber pesendkirina maddeya 11 a yasaya budceyê jî pîrzobahî li gelê Kurdistanê kir û destxweşî li parlamenterên Kurd û şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê jî kir.
Kurdistan dikare bi xwe petrola xwe bifiroşe
Ehmed Sefar, Biryarderê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê jî ji Rûdawê re got: “Pejirandina maddeya 11 îtîrafkirina bi vê yekê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare petrola xwe bifiroşe û ev yek karekî gelek giring bû û ji niha şûnde Herêma Kurdistanê dikare bi awayekê fermî petrola xwe bigiroşe û metirsiyên ser sektora petrola Herêma Kurdistanê jê bir.”
Biryarderê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê herwiha da xuyakirin, ji niha û pê ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare li gel dahatên xwe yên navxwe, bêyî qutkirinê mûçeyên fermanberan bide.