Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê kir
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw îro li avahiya parêzgariyê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Mihemed Mewlod Yakut kir.
Di civînekê de ku bi amadebûna Şaredarê Hewlêrê û Rêveberê Ofîsa Xizmetên Jîngehê, Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên karesata şeva 15ê Mijdarê di encama êrişa çekdarî de rû da, ragihand. Sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest û amadehiya welatê xwe jî ji bo dermankirina birîndaran nîşan da û hêvî xwest ku ev karesata dawî be.
Ji aliyê xwe ve parêzgar spasiya helwesta konsul û konsulxaneya giştî ya Tirkiyê li Hewlêrê kir û got: “Ew karesata rû da binpêkirina serweriya welat û cîrantiyê û mafên mirovan e.” Êrîşa wan ji rastiyê dûr e û Tu hincet ji bo êrîşên xwe yên neheq nînin. Tişta ku qewimî sûcekî eşkere ye li dijî bajarê me û Herêma Kurdistanê.”