Civak

Parêzgarê Hewlêrê: Berpirsê şewata Bazara Qeyseriyê hat girtin

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Hoşnav diyar kir ku proseya nûkirina Bazara Qeyseriyê bi lez tê kirin da ku bazirgan di zûtirîn dem de vegerin ser karê xwe.

Hoşnav di civîna çapemeniyê de diyar kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rojek piştî şewatê serdana bazarê kir û ferman da saziyên pêwendîdar ku di zûtirîn dem de dest bi avakirina beşa şewitî bikin.

Hoşnav diyar kir ku wî serdana bazarê kiriye da ku sermayedaran piştrast bike, proje ji heyama yasayî zûtir biqede û diyar kir ku dema yasayî ya temamkirina wê salek e, lê li gor şopandina wan wê di 6 salan de biqede.  Hoşnav destnîşan kir ku ji bo nûkirina bazarê 5 milyar û 300 milyon dînar hatiye terxankirin.

Parêzgarê Hewlêrê got: “Kiryarê şewata Bazara Qeyseriyê hat girtin. Emê di rojên pêş de hemû zanyariyan bi raya giştî re parve bikin”.

Back to top button