Parêzerên Ocalan peyam Ocalan weşartin û eşkere nekirin
Du parêzerên Ocaln 18ê Hezîranê serdana Îmralî kirin. Ocaln di derbarê hilbijartinên Standulê de peyamek da destê wan. Ocaln peyama xwe de daxwaz kiriye ku, HDP pişgiriya CHPê neke û di hilbijartinan de bê teref bimîne. Lê parêzerên Ocalan ev peyam eşkere nekirine.
Piştî vê yekê, Dr. Ali Kemal Ozcan ji berî hilbijartinên Stanbulê du roja serdana Îmralî kir û li gel Ocalan hevdîtinek pêkanî.
Piştê Ali Kemal ji Îmraliyê vegeriya peyama Ocalan di derbarê hilbijartina de ragihand. Ocalan di peyama xwe de dibêje, Di hilbijartinan de pişgiriya tu aliyekî nekin bê layan bimînin.
Alî Kemal di derbarê hevdîtina xwe û Ocalan de got: “ Dewletê pejirand û ez çûm Îmralî û li gel Ocalan civiyam. Ez niha ji Îmraliyê vedigerim. Ji berî çend roja (18ê Hezîranê) Ocalan li gel du parêzerên xwe hevdîtinek pêkanî bû. Ocalan peyamek dabû parêzerên xwe. Ji Ocalan weye ku parêzerên wî payamê wê eşkere kirine. Lê ji me hîn bû ku,18 Hêziranê peyama ku Ocalan dayî parezerên xwe nehatiye eşkere kirin. Dema Ocalan ev yek zanî gelekî aciz bû. Ocalan di vê derbarê de bi nivîskî têbiniyek da dest min.
Ocalan di vê nivîsa xwe de dibêje: Hevalên birêz Rezan û Newroz Min piştî we hevdîtinek li gel mamusta Ali Kemal Ozcan re pêkanî.Gelek zanebûnek wî ya berfireh heye.Ez hêvî dikim hum vê eşkere bikin.Ez bawerim dive hun li gel hev peyama min baş binirxînin û tişta pêwist bikin. Bi hêviya hevdîtinê.“
Ali Kemal berdewamiya daxûyaniya xwe de got:
“ Min gelek hewlda ku ez pêwendiyê parêzerên Ocalan re deynim da ku nivîsa Ocalan bidim dest wan. Lê mixabin min gelek hewlda lê wan bersiva min nedan. Ez emanetekî eşkere dikim. Nabe mirov xiyanetê li emanetê bike. Ne tenê parêzer nabe kesek xiyanetê li emanetê bike.