Polîtîk

Papa Francis koça dawî kir

Vatîkanê ragihand ku Papa Francis, rêberê ruhanî yê katolîk û serokê dewleta Vatîkanê koça dawî kir. Papa Francis ku di 88 saliya xwe de wefat kir, di van demên dawî de bi pirsgirêkên tenduristiyê re têdikoşiya.
Papa Francis, rêberê ruhanî yê katolîk, ji ber nexweşiyên ku ev demeke berdewam dikin, koça dawî kir.


Mirina Papa Francis, yekem rêberê dêra Roman Katolîk a Amerîkaya Latîn, bi daxuyaniyeke vîdyoyê ku ji hêla Vatîkanê ve hatî weşandin, hate piştrast kirin. Papa îro danê sibê saet di 07:35 de li gorî dema herêmî koça dawî kir.

Papa Francis 88 salî di dema papatiya xwe ya 12 salan de tûşî gelek nexweşiyan bû. Rêberê Katolîk bi Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê JD Vance re, ku tenê rojek beriya mirina xwe serdana Vatîkanê kiribû, hevdîtin kiribû.


Back to top button