Meha bê Papa Francis serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike û dê li Hewlêrê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.
Li gor bernameya serdana Papa ku ji aliyê Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê ve hatiye belavkirin, Papayê Vatîkanê Papa Francis dê roja 7ê Adara 2021 ji Bexdayê bigihije Hewlêrê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi amadebûna hejmareke berpirsên siyasî û kesayetiyên ayînî, dê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bê pêşwazîkirin.
Li gor bernameya kar a hatiye belavkirin, Papa Francis dê li hola civînên serkirdeyan li gel Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civînan encam bide.
Her wek ku di bernameyê de hatiye eşkerekirin, serdana Papa Francis ya bo Hewlêrê dê piştî serdana bo Bexdayê pêk were.
Li gor bernameyê, Papayê Vatîkanê dê roja 5ê Adarê Romayê bicî bihêle û li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê pêşwaziya fermî dê bo bê kirin û li hola kombûnan a li firokexanyê dê li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bicive.
Papa piştî civîna li gel Kazimî dê berê xwe bide Koşka Serokatiyê û merasîma pêşwazîkirinê dê bo were rêkxistin û dê li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih û berpirsên din ên siyasî û sivîl û dîplomatkaran bicive.
Piştî van civînan Papa Francis dê serdana Dêra Seyidet el Necat a Suryanî ya Katolîk a li Bexdayê bike û li gel kesayetên ayînî bicive.
Herwiha li gor bernameyê, roja 6ê Adarê jî Papa Francis dê berê xwe bide Necefê û dê li gel Merciê bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî bicive. Paşê dê biçe bajarê Ûr ê şûnwarî û êvarî jî li Bexdayê dê beşdarî merasîma Dêra Mar Yûsif a Kildanî bibe.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Papa Francis piştî serdana Hewlêrê, roja 7ê Adarê dê biçe Mûsilê û li wir ayînek dê ji bo qurbaniyên şer birêve biçe.
Papa Francis paşê jî dê serdana Dêra Tahîra el Kubra ya Qereqûş bike û dê li gel xelkê beşdarî merasîmeke ayînî bibe. Papayê Vatîkanê piştê wê dê vegere Hewlêrê û li Stadyuma Franso Herîrî beşdarî merasîmekê bibe.
Li gor bernameyê, roja Duşemê, 8ê Adara 2021, Papa Francis dê vegere Bexdayê û li paytexta Iraqê merasîmeke malavayiyê dê bo were rêkxistin û Papayê Vatîkanê dê Iraqê bicî bihêle.