Polîtîk

PAKê serdana Huda Par ê kir

Serokê Giştî  yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik îro(03.02.2015) li Amedê  li gel Cîhgirê Serokê Giştî  yê PAKê Nuri Sınır û endamên Birêveberîya Navendî ya  PAKê Nesrîn Askar û Faiz Eşin seredana  HUDAPARê(Partîya Doza Azad) kir.

Heyeta PAKê ji aliyê Serokê Giştî yê HUDAPARê rêzdar Zekeriya Yapıcıoğlu û rêvebere HUDAPARê  rêzdar Vedat Turgut ve hate pêşewazî kirin.

Rêzdar Özçelik jibo beşdariya  HUDAPARê ya jibo resepsiyonên PAKê spasiya HUDAPARê kir. Ev ziyareta jî wek  îade-î  ziyaret binav kir.Herweha Rêzdar Özçelik, di hevdu dîtinê de, grîngîya pir rengî û pir dengîya siyasetê û diyaloga di navbera hêzên siyasî de anî zimanî.

Serokê Giştî yê HUDAPARê  rêzdar Zekeriya  Yazıcıoğlu jî, ji bo zîyareta PAKê spasiya xwe anî zimanî  û got ‘’Divê diyalog û  rêzgirtin di nava hêz û partîyên siyasî de hebe. Jibo pir rengî û pir dengîya siyasetê divê hemû alî bi hessasiyet tevbigerin’’

Herdu alîyan  girîngîya dan û stendinan dubare kirin û  piştî sohbeteka  di derbarê pirsên giştî de hevdu dîtin bi dawî hat.03.02.2015

Buroya Çapemenî  û  Ragehandinê ya PAKê

Back to top button