PAKê pîrozbahî li PDKê kir
Serokê Gişî yê PAKê Mustafa Özçelik 72yemîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz KirBi minasebeta 72yemîn salvegera damezrandina PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) di roja 16.08.2018an de li Hewlêrê , li Hotêla Rotanayê merasîmeke bi beşdariya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî li dar ket.Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di vê mersimê de axaftinek kir.PAK jî ji bo vê çalakîyê hatibû dawet kirin.Li ser navê PAKê endamê Komîteya Birevebirîya Navendî û Berpirsyarê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Orhan Kaya beşdarî vê merasîmê bû.Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik peyamek ji vê çalakîyê re şand.Peyama Rêzdar Mustafa Özçelik ev e:Rêzdar Serok Mesûd BarzanîSerokê Partîya Demokrat a Kurdistanê16yê Tebaxa 2018an 72yemîn salvegera damezrandina PDKyê(Partî Demokrat a Kurdistanê) ye.Ew ala ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mustafa Barzanîyê nemir kiribû, eve 72 sal e çîya bi çîya, deşt bi deşt, gelî bi gelî, bajar bi bajar bi xwîna şehîdên Kurdistanê û bi berxwedana pêşmergeyên qehreman li ba dibe.Ew ala ya bi rûmet îro bi Serokatîya cenabê we , bûye sembola azadî û serxwebûna Kurdistanê.Weke PAK, di vê meşa pîroz de, em piştgir û alîkarê hemû destkeftîyên gelê xwe yên hemû perçeyên Kurdistanê ne.Em li gel doza azadî û serxwebûna xuşk û birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê ne. Em bi cenabê we û bi partîya we ya têkoşer re ne.72 salîya PDKyê li cenabê we, li hemû endam û rêvebirên PDKyê, li pêşmergeyên qehreman û li gelê Kurdistanê pîroz be.Li gel rêzen xweMustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)