Civak

PAKê Li Amedê Mîr Celadet Bedirxan Bibîranî

 PAKê îro (15.07.2015) li Amedê jibo salvegera 64î ya koça dawîya rewşenbîr û nivîskarê navdarê Kurd Mîr Celadet Bedirxan li Amedê semînerek lidarxist.Semîner bi beşdarbûna gelek alîgir û dostên PAKê bi rêzgirtina Şehîdên Kurdistanê destpêkir û siruda netewî ya Kurdistanê hat xwendin.Axaftvanê semînerê rêzdar Osman Karakaş di derbarê jîyana Mîr Celadet agahîyên zelal dan.Piştî pêşkêşkirina rêzdar Karakaş pirsên beşdarvanan semîner zindîtir kir.Semîner bi beşa pirs û bersivan bi awayekî berhemdar bidawî hat.Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button