PAK şewata li Cudî protesto kir
Beriya sê rojan bi topbarana qereqola Dewleta Tirk ,agir bi daristanên çiyayê Cûdî yê ket û ev sê roj e agir geş û fireh dibe.Endam û rêvebirên PAKê îro(19.07.2015) jibo protesto kirina vê şewitandinê li Amedê di seet:13.00e de, li ber AZC plazayê di bin alayên Kurdistanênde civîyan û daxuyanî dan.Daxuyanî bi zaraveyên Kurdî yên Kurmancî,Zazakî û bi zimane Tirkî hat xwendin.Kurmancî ji alîyê serokê rêxistina Amedê ya PAKê rêzdar Hanîfi Turan ve hat xwendin. Daxuyanî bi Zazakî jî ji alîyê endamê meclisa birêvebirîya navendî ya PAKê rêzdar M.Ali Yılmaz ve hat xwendin.Tirkî jî ji alîyê endama rêveberîya şaxê Amedê Mînhal Bayram ve hate xwendin.Li Batmanê jî endam û rêvebirên PAKê îro(19.07.2015) li ber Sînemaya Yılmaz Güney daxuyanîyek dan.Daxuyaniya ji alîyê Endamê Meclisa Birêvebirîya Navendîya PAKê rêzdar Adnan Yıldız ve hat xwendin.Serokê Rêxistina Mazlum-Derê ya Batmanê rêzdar Hasan Argünağa jî piştgirî da daxuyaniyê û ji bo hesasîyeta xwezayê spasîya PAKê kir.Buroyê Çapkerdiş û înformasyonî ê Partîya Azadîya Kurdistanî (PAK)