PAK li Stanbulê Seyid Riza bi bîranî
Li PAK Stenbolê Bibîranîna Seyîd RizaÎro(13.11.2016),Li Teşkîlata PAKê ya Stenbolê bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê ,Serokê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza hat bi bîr anîn.79 sal berê, di roja 15.11.1937an de rêveberê qehreman ê serhildana Dêrsimê Seyid Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê li Meydana Ereseya Genim bi awayekî zalimane hatin îdamkirin. Bi minasebeta bibîranîna seyîd riza û hevalên wî, semînerek li Teşkîlata PAKê ya Stenbôlê hate lidarxistin. Semîner bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpê bû.Piştî rêzgirtinê û vekirina konferansê, Pisporé TERTELA Dêrsimê Cemal Taş bi wenê û dokumant di derheqê serhildan û qetlîama Dêrsimê û îdama Seyîd Riza û hevalên wî de gelek malûmatên balkêş da. Piştî pêşkêş kirina semînerê, Cemal Taş pirsên beşdaran bersivand.Konferans bi awayekî berhemdar bi dawî hat.Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê