CivakRojev

Osman Ocalan li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir

Osman Ocalan ku heyamek e li nexweşxaneyeke Hewlêrê hatibû razandin û çareserî werdigirt, sibeha îro, 15/11/2021, demjimêr 04.30 koça dawî kir.

Osman Ocalan, li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşkî ya hûr de bû û ji ber Coronayê koça dawî kir.

Osman Ocalan sala 1958an li gundê Amara yê ser bi Xelfetiya Rihaya Bakurê Kurdistanê ve ji dayîk bûbû.

Osman Ocalan yek ji serkirdeyên pilebilind ên PKKê bû û piştî cudabûna ji PKKê, ji sala 2004an ve li Hewlêrê bicih bûbû.

Cenazeyê Osman Ocalan li Herêma Kurdistanê bi xakê bê spartin.

Heval, kesûkar û dostên Osman Ocalan li ber deriyê mala wî kom bûne û yek ji hevalên Osman Ocalan ê bi navê Mehmûd, li ber deriyê mala wî ji peyamnêra Rûdawê re ragihand ku ev 25 roj bûn, Osman Ocalan bi nexweşiya Coronayê ketibû û li Nexweşxaneya Newroz çareserî werdigirt.

Ew hevalê Osman Ocalan dibêje, nexweşiyeke giran a wî tune bû û li ser merasîma bixakspartina cenazeyê wî jî diyar kir, “Em dixwazin li Mesîfê veşêrin. Ji ber ku Mesîf dilê Kurdistanê ye. Cihê îdareya miletê Kurd e, em jî dixwazin li wir veşêrin. Niha bernameya merasîmê ne diyar e.”

Derbarê beşdariya kesûkar, heval û xelkê ji Bakurê Kurdistanê di merasîmê de jî hevalê Osman Ocalan dibêje, “Astengî hene, astengiyên wek pasaport, vîze hene, di van mijaran de ji binemala Ocalan re pirsgirêkan derdixin. Ji ber vê yekê niha ti kes beşdar nabe.”

Li ser dawî kêliyên Osman Ocalan jî, hevalê wî Mehmûd ku dibêje, ew 40 salan rêheval bûn, tekez dike, di wê heyama 25 rojan de li nexweşxaneyê li gel Osman Ocalan bû, lê “nedikarî biaxive.”

Hevalê wî amaje bi girîngiya kar û xebata Osman Ocalan jî kir û got, “Em gelek xemgîn in, hevalê Ferhad hevalekî têkoşer, birêkûpek, mirovekî netewî û xizmetkarê miletê xwe bû. Ji bo miletê xwe ti tişta pêwîst bû serf kir.” 

Osman Ocalan (Ferhat):

1958 li Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû

Berî tevlîbûna nav rêzên PKKê ku di 1978an de hat damezrandin, 2 salan li Koleja Perwerdê ya Lîbyayê xwend

Yek ji serkirdeyên payebilind ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû

1986 bû Endamê Encûmena Navendî ya PKKê

1990 bû Endamê Encûmena Bilind a PKKê

2004 ji PKKê cuda bû û li Herêma Kurdistanê bicîh bû

15ê Mijdara 2021ê bi Coronayê canê xwe ji dest da

Back to top button