Gotubêjên hilbijartinên 14ê Gulanê roj bi roj geş dibin. Her ku roja hilbijartina nêzik dibe, çêkirina rapirsîna jî zêde dibe.
Li gorî rapirsîna herî dawî ya Optîmarê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinan de, derbasî tûra duyemîn dibe û bi % 51,1 bi ser dikeve .
Optimar pirsî: “Hûn ê di hilbijartina serokatiyê de dengê xwe bidin kê?”
Ji sedî 45,9 ê beşdaran bersiva pirsa Erdogan didin. Rêjeya kesên ku dibêjin Kiliçdaroglu ji sedî 43,9 e. Yên ku dibêjin Muharrem Înce ji sedî 8,3 e, piştgiriya Sînan Ogan jî ji sedî 1,9 e.
Encamên anketa ku Şîrketa Lêkolînê ya Optîmar di navbera 1-7’ê Nîsanê de ji 4 hezar û 745 kesan re bi rêbaza anketê ya rû bi rû pêk anî, eşkere bûn. Li gorî lêkolîna Optîmar a bi serokatiya Hilmî Daşdemîr û gotara îro ya qunciknivîsê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî, ji sedî 53,4 ê beşdaran dibêjin wê Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinê de bi ser bikeve. Rêjeya kesên ku dibêjin Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 42,1 e. Rêjeya kesên ku dibêjin Muharrem Înce dê bi ser bikeve bi ji sedî 3,6 di rêza sêyemîn de ye û yên ku dibêjin Sînan Ogan jî ji sedî 0,9 e.
Hûn ê dengê xwe bidin kê?
Ji sedî 45,9 ê beşdaran bersiva Erdogan didin. Rêjeya kesên ku dibêjin Kiliçdaroglu ji sedî 43,9 e. Yên ku dibêjin Muharrem Înce ji sedî 8,3 e, piştgiriya Sînan Ogan jî ji sedî 1,7 e.
Ciwan çi dibêjin?
Ji kesên temenê wan 18-24 salî ji sedî 13,6 dibêjin ku ew ê dengê xwe bidin Erdogan, ji sedî 15,2 dibêjin Kiliçdaroglu, ji sedî 19,5 piştgirî didin Muharrem Înce û ji sedî 15,3 jî dibêjin Sînan Ogan.
Rêjeya kesên ku dibêjin ez bêbiryar im, dengê xwe nadim û bersivş nadin digihêje 15,5an.
Ji kesên bêbiryar re “Eger hûn deng bidin hûn ê dengê xwe bidin kê?” Li ser pirsê rêjeya kesên ku dibêjin Erdogan ji sedî 41,5 e, yên ku dibêjin Kiliçdaroglu ji sedî 31,3 e. Ji sedî 20,9 Muharrem Înce, rêjeya kesên ku dibêjin Sînan Ogan ji sedî 6,3 e.
Ger Muharrem Înce vekişe, dê piştgirî bide Kiliçdaroglu?
Rêjeya kesên ku dibêjin “Eger Muharrem Înce vekişe ez ê piştgiriyê bidim Kiliçdaroglu” ji sedî 54,3 ye, rêjeya kesên ku dibêjin “Na, ez dengê xwe nadim” digihêje ji sedî 30,7. Yên ku dibêjin “Na, ez ê dengê xwe bidim namzetekî din” ji sedî 15 e. Dema em kesên ku dibêjin dengê xwe nadin û yên ku dibêjin dê dengê xwe bidin berbijarekî din jî têxin nav ji sedî 45,7. Înce xwe vekişîne jî nikare nîvê dengên xwe bide Kiliçdaroglu.
Dengder pişgiriya HDPê ji bo Kiliçdaroglu çewe dinirxînin?
Di rapirsînê de pirsa pişgiriya HDPê ya Kiliçdaroglu jî hate rojevê.
Rêjeya kesên ku pişgiriya HDPê ji bo Kiliçdaroglu, erênî dibînin ji sedî 49,1 e, rêjeya kesên ku dibêjin neyînî ji sedî 34,3 e. Rêjeya kesên ku dibêjin haya wan jê tune ye û bersiva wan tune ye digihêje 16,6an.