Civak

Operasyonan de 90 kes hatin binçav kirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijê KCKê operasyon têne kirin. Li gora daxûyaniya wezereta navxwe li 8 bajarên Tirkiye û Kurdistana Bakur di çerçova operasyonên li dijê KCKê de 90 kes hatine binçav kirin.Li Diyarbekirê 80 kes, Stenbulê 3 kes, Şirnex 1 kes, Wanê 2 kes Batmanê 1 kes û Mêrsînê jî kesek hatiye binçav kirin.Li van bajaran demjimêr 01.00ê operasyon destpêkiriye û li ser malan de digrin û kesên ku navên wan hatîn diyarkirin digrin. Eve demeke ev operasyonên bi vî cureyê têne kirin û piranî jî agahdarî ji kesên di nava KCKê de têne girtin û li gora wê jî xelkekî binçav dikin.

Back to top button